Muzîkjena Suriyeyî Assala Nasrî piştî 16 salan li Şamê derket ser sehneyê
Muzîkjena Suriyeyî Assala Nasrî, piştî helwesta xwe ya ku di salên yekem ên şoreşa Suriyeyê da nîşana rejima Esed da, nêzîkî 16 salan paşê vegeriya welatê xwe û li Şama paytext konserek da.
Ahmet Karaahmet
18 Îlon 2026•Rojanekirin: 18 Îlon 2026
İDLIB
Muzîkjena Suriyeyî Assala Nasrî, piştî helwesta xwe ya ku di salên yekem ên şoreşa Suriyeyê da nîşana rejima Esed da, nêzîkî 16 salan paşê vegeriya welatê xwe û li Şama paytext konserek da.
Hunermenda ku li Şamê ji dayik bûye, ji serdemên yekem ên şoreşa Suriyeyê ku di 2011an da dest pê kir vir va piştgirî da daxwazên azadiyê yên gelê Suriyeyê û bertek nîşanî sepandinên rejima Esed da.
Nasrî piştî ku ji Suriyeyê veqetiya nêzîkî 16 salan di muzîk û daxuyaniyên xwe da hewl daye ku Suriyeyê di rojevê da bihêle.
Nasrî ji ber piştgiriya ku da şoreşê rastî cureyên zext û cezayên rejîma Esed a ruxiyayî hat û ji Sendîkaya Hunermendên Suriyeyê hat derxistin.
Nasrî di sala 2012an de ku wekî yek ji serdemên herî zor ên şoreşa Suriyeyê tê nirxandin da di Festîvala Muzîkê ya Qertacê ya li Tunisê de derket ser sehneyê û bi ala Suriyeya Azad a di destê xwe da piştgiriya xwe ya ji bo gelê Suriyeyê nîşan da.
Muzîkjena Suriyeyî di konserên ku salên piştra dan da jî berdewam kir ku şoreşa Suriyeyê di rojevê da bihêle.
Nasrî bi strana xwe ya bi navê "Surî Bihuşt e" ku di meha Kanûna Pêşîn a 2024an da belav kir ra peyama yekitî û ji nû va avakirinê da, di sala 2026an da jî berhemên ku behsa girtî, wenda û êşên ku malbatên wan dikişînin dikin distrê.
- Konser bi navê "Vegera Assala" hate li dar xistin
Konserên Nasriyê yên li Şamê di çarçoveya kampanyaya "Vegera Assala" da hatin organîzekirin.
Hunermendê piştî navbera nêzîkî 16 salan li paytextê derket ser sehneyê, di konsera xwe ya yekem da bi strana "Surî Bihuşt e" derket pêşberî temaşevanan û di repertuwara xwe da cih da berhemên ku berê jî strabû.
Vegera Nasriyê ji ber helwesta wê ya siyasî ya di rabirdûyê da li Suriyeyê bû mijara nirxandinên cuda jî.
Beriya konserê hinek koman banga betalkirina çalakiyê kirin, lê Wezareta Çandê hîmayeya xwe ya ji bo konserê domand.