Ahmet Aydın
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
BRUKSEL
Sekreterê Giştiyê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku NATOyê biryardaye beşdarî hevpeymana nêvteweyî ya li dijî DEAŞê bibe lê wê roleke muharîb wernegre.
Stoltenberg piştî civîna digel serokên dewlet û hikûmetên endamên NATOyê, derbarê biryarên ku dane civîneke çapemeniyê li dar xist.
Stoltenberg anî ziman ku yek ji wan mijarên ku li ser axivîne têkoşîna dijî terorê ye û got, "NATO li ser plana zêdekirina hewlên di vê mijarê de lihevkir."
Sekreterê Giştiyê NATOyê got, "Me biryarda ku weke NATO em bibin endamekî hevpeymana nêvneteweyî. Her 28 endamên hevpeymanê di halêhazir de endamê hevpeymana nêvneteweyî ne. Ev nayê wê wateyê ku wê NATO roleke şerxwaz bilîze. Lê wê ev peyameke bi hêz be."