Ahmet Aydın
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
ATÎNA
Li Atînaya paytextê Yewnanistanê li dijî Luqas Papadêmosê serokwezîrê berê êrîşeke bombeyî hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku dema wesayita Papadêmos bi rê ve diçû di nava wê de teqîn çêbû. Di teqînê de Papadêmos û 2 kesên din yên di nava wesayitê de bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Evangelismosa Atînayê.
Li gor agahiyan Papadêmosê ku ji sêng û çîmên xwe birîndar bû, di emeliyatê de ye.

Di nûçeyên çapemeniya herêmî de hat îdiakirin ku dema Papdêmos dosyeyekê ku jê re hatibû şandin vedikir, teqîn çêbuye.
Li gorî îfadeyên şahidhalan dema teqîna li navenda bajarê Atînayê de, camên wesayita zirxkirî ya Papadêmos şikiyane. Herwiha ji beşa binê wesayitê, gelekî dûman derketiye.
Polîsan caddeya ku teqîn lê çêbû kontrol kir û dest bi lêkolînê kir.