Ömer Tuğrul Çam
31 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Nîsan 2023
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji ber ku pêvajoya pesendkirina endamtiya NATOyê temam bû Serokomarê Finlandiyayê Saulî Nîînîsto pîroz kir.
Stoltenberg di peyama xwe ya li ser medyaya civakî da Nîînîsto pîroz kir.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di peyama xwe da got "Ez bi kelecanî li bendê me ku di rojên pêş da li baregeha NATOyê alaya Finlandiyayê li ba bikin" û diyar kir ku wê bi hev ra hê xurt bibin û di nava ewlehiyê da bin.
Stoltenberg di vîdeo peyama xwe da jî got di rojên pêş da wê Finlandiya bi fermî beşdarî NATOyê bibe.
Jens Stoltenberg destnîşan kir Finlandiya xwediyê qabiliyeta xwe ya pêşketî û hêzdar e û saziyên xwe yên demokratîk e û wiha got, "Finlandiya wê gelek tişt li îtifaqa me zêde bike. Hemû mutefîqan par ji bo endamtiyê bang li Finlandiya û Swêdê kiribûn û biryareke dîrokî hildabûn. Hemû mutefîq di wê baweriyê da ne ku pêvajoya pesendkirinê ya Swêdê demildest temam bibe ev di menfeeta her kesî da ye. Ez dixwazim Swêd jî di demeke kurt da tevlî malbata NATOyê bibe."
Finlandiyayê di Gulana 2022yan da ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribû. Piştî ku protokolên endamtiyê duh li Meclisê hatibû pesendkirin li 30 dewletên NATOyê pêvajoya endamtiyê temam bûbû. Di rojên pêş da piştî ku prosedur temam bibin Finlandiya wê bibe dewleta 31emîn ya endamên NATOyê.