07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
NEW YORK
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu der heqê li Sûriyeyê piştgiriya çekan a ji bo YPGê ya DYAyê de got ku "Ji bo me nayê qebûlkirin ku mitefîkê me çek bide rêxistineke terorê ya wiha. Gelekî dijwar e welatekî ku piştgirî dide terorê wekî mitefîk bê qebûlkirin."
Çavuşoglu piştî ku li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nîkos Kocîas re hat bal hev civîna çapemeniyê kir.
Çavuşoglu bal kişand ku li Tirkiyeyê gel gelekî bertek nîşanê hin sepanan dide û yek ji van jî li Sûriyeyê çekdayîna YPGê ye û wiha axivî:
"Ji kampên YPGê terorîst wek êrîşkarên xwekujiyê yên Tirkiyeyê û êrîşan dikin. Di nav sala dawîn de herî kêm 4-5 êrîş hene û terorîstên ku ev êrîş kirin li kampên YPGê hatin perwerdekirin û wek êrîşkarên xwekujiyê hatin Tirkiyeyê. Niha ji bo me nayê qebûlkirin ku mitefîkê me çek bide rêxistineke terorê ya wiha. Gelekî dijwar e welatekî ku piştgirî dide terorê wekî mitefîk bê qebûlkirin. Niha li NATOyê mitefîkiyeke me heye, jixwe welatekî wiha nikare piştgirî bide komeke terorê divê neke jî. Tiştekî ku bê qebûlkirin nîne."
Nûçeyên der heqê plana rejima Sûriyeyê ya ji bo ku operasyona eskerî bibe ser Îdlibê hatin bibîrxistin. Çavuşoglu li ser vê yekê got ku "Ma hûn çareseriya siyasî dixwazin? Hûn çareseriya eskerî dixwazin? Divê biryara vê yekê bidin."
Çavuşoglu diyar kir divê ku her kes hewcedariyên îmzeya ku avêt bi cî bîne û wiha axivî:
"Di rastiyê de di mutebakata ku 10 roj beriya niha hat kirin de rejimê jî got ku çareseriya siyasî dixwaze û îmze avêt belgeyekê, mutebakatê. Rûsya jî bû garantora vê yekê. Hem tu dê çareseriya siyasî bixwazî, du belgeyên der barê agirbesta der heqê pêvajoya Astanayê de îmze biî hem jî pişt re bibêjî 'Em ê hewl bidin ku Îdlibê bi dest bixin.' Ev nabe. Wê çaxê hemû pêvajo têk diçe. Ew çax dê kaos dîsa dest pê bike. Dîsa li gor mutebakata ku her du aliyan îmze kir dê tu alî hewl nede ku hember aliyê din destbiketiyan bi dest bixe. Ango dê hewl nedin ku ax bi dest bixin. Her kes dê li cihê ku niha tê de ye bimîne. Ji ber wê jî li Îdlibê yan jî li cihekî din berdewamkirina şer dê Sûriyeyê bixe nav kaosê. Her kes ji ber wê divê girêdayî mutebakata ku îmze kir bimîne, bila li ser soza xwe bisekine ku çareseriya herî baş ev e. Em di vê rêyê de hemû bi hev re pêş bikevin."