06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
SILÊMANÎ - MUHAMMET KURŞUN/DILŞAD SEYFEDDÎN EHMED
Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebceyê Edhem Barzanî, rexne li rêxistina terorî PKKê girt û got: "Bi rastî xeletiyeke mezin bû ku PKKê di nav bajaran de xendeq kolan û genc dane kuştin. Vî şerî derbeyeke mezin li rewşa Kurdan û pozisyona wan da. Kurdan di warê siyasî, aborî û civakî de zirareke mezin ji vî şerê PKKê dît. Çend bajar wêran bûn û xelk penaber bû. Jiyan li wan deran nemaye. Xelk di nav haletekî gelekî xerab de dijîn."
Edhem Barzanî, bûyerên dawîn ên li Herêma Kurdistanê, normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û herwiha seredana Serokwezîr Bînalî Yildirim û rewşa Kurdan li Tirkiyê ji bo Anadolu Agencyê nirxandin.
-"Qonaxeke nû li ber milletê me vebû"
Barzanî, di dîdara li gel AAyê de behsa şerê li dijî DEAŞê kir û wiha got: "Şerê li dijî teroristên DEAŞê sivik û kêm dibe. Herwiha Kurdistan di têkiliyên xwe yên derve de ketiye qonaxeke nû. Milletê Kurd ji bo gihîştina armancên xwe xebat kiriye û ev têkiliyên bi welatên derve re têne danîn ji bo gihîştina van armancan gelekî muhîm in. "
Berpirsê PDKê li Silêmaniyê Barzanî, qala problemên naxweyî jî kir û bi gotinên, "Piştî girtina Deşta Nînovayê û bi taybetî jî rizgarkirina Başîkê cenabê Serok Mesûd Barzanî rasterast dest avête meseleyê û diyar kir ku divê hemû partî bicivin û qeyrana siyasî ya li herêmê heyî çareser bikin. Barzanî got divê em ber bi yekîtî, hevgirtin û yekrêziyê biçin. Piştî van peyaman encamên baş hatin wergirtin û partiyan dest bi hevdîtinan kirin. Ez hêvîdar im ku ev danûstendinên di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de berdewam bibin û em encamên baş ji wan wergirin" nêrîna xwe anî ziman.
-"Hevdîtina nav partiyan destpê kiriye"
Der barê nebûna Serokê Bizava Goranê Newşîrvan Mustafa de Barzanî wiha axivî: "Nebûna kesên yekemîn ê Goranê helbet tesîrê li ser hevdîtinan dike. Ji ber ku ew kesê yekem tuneye pirî caran danûstendin bênetîce dimînin. Lê dîsa jî hemû partî halê hazir ji dîdaran bihêvî ne û dixwazin ku ev zêdetir û bihêztir bibin."
Herwiha Barzanî bal kişande ser wê yekê ku heftiya borî civînên di navbera PDK û partiyên din de destpê kirine. Barzanî wiha pê de çû: "Ya muhîm ew e ku di pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê de partiyên sereke bigihên lihevkirinekê. Lewra selahiyet û hêz di destê wan de ye. Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmet û parlamento divê bigihên tifaqekê."
-"Neheqiyeke mezin li xelkê Silêmanî, Helebce û Germiyanê hatiye kirin"
Edhem Barzanî, rexne li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Bizava Goranê girt û diyar kir ku li sînorê Silêmaniyê neheqiyeke mezin li xelkê van deveran hatiye kirin.
Barzanî behsa kêmbûna xizmetên li Silêmanî û Helebceyê jî kir û nirxandina xwe wiha kir: "Divê bêjim ku xizmeta li Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyanê, Raperînê û herwiha Kerkûkê jî gelekî kêm û zeîf e. Li van sînoran neheqiyeke pir mezin li xelkê hatiye kirin. Şert û mercên jiyanê di van sînoran de gelekî giran in. Divabû hetanî niha xizmetên mezin li van deran hatibana kirin. Lê ji paşerojê ve hetanî niha tenê çend projeyên mezin têne dîtin. Ji ber ku proje tunene pêşketin jî tune. Me wek PDK ji bo amadekirina projeyan li van deran bi Serokatiya Herêmê û Nêçîrvan Barzanî bi xwe re xeber daye. Lazim e di pêvajoya geşedan û pêşdeçûna Kurdistanê de projeyên layiqî van deran bêne amadekirin. Sedemekî nebûna xizmetê li van deran jî berberiya partiyan e."
-"Em aştî û tebayiyê bo hemû welatên cîran dixwazin"
Barzanî, der barê normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de jî wiha axivî: "Normalîzebûna hemû têkiliyan di herêmê de karekî baş e. Em aştî û tebayiyê bo hemû welatên cîran dixwazin. Em li vir jî çend millet bi hev re dijîn. Xerabûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê tesîr li ser me jî çêkir. Nêzîkbûna van welatan û ragihandina agirbesê li Sûriyê bi me karekî gelekî baş e. Îran jî tevlî vê peymanê bû. Li van sînoran nearamî û şer tesîrê li ser me hemûyan dike. Lewra Ereb, Kurd, Tirk Faris em hemû mecbûr in ku di nav aştiyê de bijîn. Ji bo pêşerojê jî lazim e em bernameyeke hevpar amade bikin."
-"PKKê xeletiyeke mezin kir"
Edhem Barzani herwiha rexne li rêxistina terorî PKKê jî girt û wiha pê de çû: "Bi rastî xeletiyeke mezin bû ku PKKê di nav bajaran de xendeq kolan û genc dane kuştin. Vî şerî derbeyeke mezin li rewşa Kurdan û pozisyona wan da. Kurdan di warê siyasî, aborî û civakî de zirareke mezin ji vî şerê PKKê dît. Çend bajar wêran bûn û xelk penaber bû. Jiyan li wan deran nemaye. Xelk di nav haletekî gelekî xerab de dijîn."
Li ser seredana Serokwezîr Bînalî Yilidirim bo Bexda û Hewlêrê jî Barzanî wiha got: "Ez hêvî dikim ku hatina Serokwezîrê Tirkiyê bibe wesîleyeke baş ji bo peydakirina çareseriyekê. Divê em heqîqetekê bînin ziman ku Tirkiyê di warê çareserkirina pirsa Kurd de gavên mezin avêtin. Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî di asteke baş de ne. Hêvîdar im ev ziyaret van têkiliyan bihêztir û berfirehtir bike."