Haydar Şahin
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
MOSKOVA
Nazim Hîkmetê helbestvan di salvegera 54an a mirina xwe da li ber serê merzelî wî yê li Moskowaya paytextê Rûsyayê bi merasimê hat bibîranîn.
Balyozê Moskowayê yê Tirkiyeyê Huseyîn Dîrîoz û gelek tirkên ku li Moskowayê dijîn û ûris beşdarî merasima ku li Goristana Novodevîçyeyê hat lidarxistin bûn.
Zulfu Lîvanelî, Rutkat Azîz, Ahmet Mumtaz Taylan, Sunay Akin û Nebîl Ozgenturk jî ji Tirkiyeyê hatin û beşdarî merasimê bûn.
Bi axaftinan dest bi merasimê kirin, li ber serê merzelê Nazim Hîkmet kevokên sipî firandin û merasim xilas bû. Kesên ku tevlî merasimê bûn qerenfîl danîn ber serê merzelê Nazim Hîkmet.
Li Moskowayê çalakiyên ji bo bibîranîna Nazim Hîkmet ew ê dewam bikin.