Haydar Şahin
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
KERBELA
Ajansa Kordinasyona Hevkariyê a Tirkan (TÎKA) alîkariya xwarin û xurekê da malbatên tirkmen ên ku DEAŞê li Iraqê ji cî û warên wan kiribûn.
TÎKAyê koliyên xwarin û xurekê li 500 malbatên tirkmen ên ku ji ber pevçûnan malên xwe yên li Mûsil û Telaferê terk kirin û li Kerbelayê bi cî bûn belav kir.
Serokê TÎKAyê Serdar Çam û Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz jî tevî organizasyona alîkariyê bûn.
Çam û Yildiz piştî belavkirina alîkariyê bi Waliyê Kerbelayê Aqîl Turayhî ra hatin ba hev.
Bi sedan tirkmenên ji Mûsil û Telaferên ji ber êrîşên DEAŞê cî û warên xwe yên li Mûsil û Telaferê terk kiribûn û bibûn penaberan navxweyî.
Tirkmenan xwe sipartibûn Bexda, Necef, Kerbela, Babîla bajarên Iraqê yên li başûrê welêt.