QUDS
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got:
"Artêşa me li dijî terorîzmê şer dike û Hamas dê bedêla vê yekê bide. Berpirsyarê kuştiyan Hamas e. Ez ji artêşê dixwazim ku heta dikarin bila operasyona bejayê berfireh bikin lewra telîmata min ev e. Civakên navneteweyî dê bibînin ku sedema rageşiyan bi tenê Hamas e."
Netanyahu wiha pê de çû:
"Tunelên Hamasê ku berê wan li îsraîlê ne bi tenê bi bombekirinê ve hildiweşin. Hamasê ji ber ku agirbestê red kir operasyona bejayiyê dest pê kir."