Önder Beyter
01 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Jina ji Sûriyeyê ya 45 salî ku li welatê wê di şerê navxweyî da kurê wê bi destê hêzên rejima Beşar Esed bi êşkenceyê hat kuştin û ji mêrê xwe yê ku hat girtin jî careke din xeber nesitand, behsa êşkenceyên ku di 6 mehên zindanê da lê hatin kirin, kir.
Munîre Lahlaha Sûriyeyî ku li Qeyseriyê ligel keça xwe ya 21 salî Qadira xwendekara Beşa Endezyariya Biyomedîkal ya Zanîngeha Erciyesê hewl dide jiyana xwe bidomîne, gava sala 2011an beşdarî xwepêşandanên dijî rejima Esed bû, ewrên tarî xwe dan ser û jiyana wê reş kir.
Munîre Lahlah pê nizane ka mêrê wê Eymen ku bi destê hêzên rejimê hatibû binçavkirin, dijî an na û herwiha kurê wê Ebdulfetah jî di girtîgehê da di bin êşkenceyan da mir. Munîre Lahlah bixwe jî 6 mehan di zindanên rejimê da ma û wan rojan ji bîr nake.
Munîre Lahlahê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Sûriyeyê berî şer ew li Hemayê ligel 2 zarokên xwe dijiya û mêrê wê jî di pîşesaziyê da dixebitî û herwiha ew bixwe jî kebaniya mala xwe bû.
Lahlahê diyar kir ku li welêt gava şerê navxweyî derket, ew jî beşdarî xwepêşandanên ji bo ku rejima Esed birûxe, hatin lidarxistin bûn û wiha got, "Em bêçek bûn, lêbelê Esed bi çekan pêşwazî li me kir, dest bi kuştina însanan kir. Em bi hevra derketin rê, mêrê min diçû kar, ew destgîr kirin. Paşê eskerên Esed hêdî hêdî ketin bajêr û dest pê kirin, bêyî sedem însan destgîr kirin. Tiştek ji destê me nehat, me nikaribû pirs jî bikira, ji ber ku me pirs bikirana dê em jî destgîr bikirana. Mêrê min mir an ma, ez hê jî nizanim, min tu xeber hilneda."
Lahlahê got ku kurê wê di 2012an da hat binçavkirin û piştî 5 mehan jî jê ra gotin "kurê te mir" û anîn dan wan û wiha dewam kir, "Gelekî êşkence lê kiribûn. Jixwe li herkesî kiribûn. Neynikên wî kişandibûn, ceyran dabûnê, di destê wî da cixare temirandibûn. Piştî ku êşkence lê kirine, xistine hundirê lastîkê û 3 rojan wisa dane sekinandin da ku bimire. Gava ku ji wan wetrê kurê min miriye, kurê min anîn dan min ku ez wî defin bikim. Lêbelê çend roj şûnda dîtin ku wa ye dijî, hatin û dîsa birin. Paşê gotin miriye û nasnameya wî dan."
Lahlahê got, bi hinceta ku dijî rejima Esed derketiye, sala 2014an ew bi xwe jî hat binçavkirin û wiha dewam kir:
"Ez 5-6 mehan di girtîgehê da mam. Wan ez mehekê di tuwaletê da hiştim. Êşkenceyên ku li kurê min kiribûn, li min jî kirin. Êşkenceyên ku li me kirin pir xirab bûn, Xwedê nîşan nede. Ji bo ku em bitirsin û xeber bidin, mirovên din dianîn û li ber çavê me dikuştin. Wan ez birim bajarekî din. Êşkenceyên ku li min hatin kirin heger ez bijmêrim, heta sibê xilas nabe. Neynikên min kişandin, ceyran dan min, di pişt, dest û piyên min da cixare temirandin. Êşkenceyên ku li mêran dikirin, heman êşkence li jinan jî dikirin. Gava dihatin çend gustîl dikirin tiliyên xwe. Li min dan û diranên min hûr xweş kirin."
- "Mirovên kuştî diavêtin ber kûçikan"
Lahlahê diyar kir ku gava ew di girtîgehê da bû, kurê wê anîn cem û di wê kêliyê da wê dest pê kir û serhatiyên xwe gotin û wiha dewam kir:
"Kurê min anîn cem min da ku êşkenceyên lê kirine bibînim. Kurê min 17 salî bû, lêbelê ji ber êşkenceyan mîna zarokekî 6 salî dixuya, nikaribû li ser piyan bisekine û bimeşe. 24 saetan carekê nan didanê, 24 saetan carekê dibirin tuwaletê. Min bi çavê serê xwe her tişt dît. Ji ber êşkenceyê ez bi xwe va çûm. Wan ez birim nexweşxaneyê. Dest û lingên min girê dan û hefteyekê nan û av nedan min. Yên wekî min dimirin û radihêştin wan û ew diavêtin derva. Yekî bi navê Ezraîl hat, got 'em ê dawiyê li te bînin'. Heya ku însan dimirin, bi hesin li serê wan dida. Paşê wan ez birim ciyekî din û li wê derê wan ez berdam. Ez jî revîm û hatim Tirkiyeyê."
Lahlahê sipasiya Tirkiyeyê kir ku ew hat hewandin û herwiha got, ji ber ku ew nexweş e, ew li benda alîkariya xêrxwazan e.