Muhammet Kurşun
19 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
BEYRUT
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Beyrûdê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî re kombû.
Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Libnanê, Herîrî êvarî li mala xwe pêşwaziya Barzanî kir.
Hat ragihandin ku di ziyaretê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bûye.
Di civînê de têkiliyên dualî û geşedanên herêmî hatin axaftin.