04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama maweya "rewşa acîl a neteweyî" a ji bo Sûriyeyê hatibû îlankirin dirêj kir û bangewaziya rejima Esed kir da ku peymana rawestandina şer dirêj bike.
Serokê DYAyê Barack Obama, ji Meclisa Nûneran û Senatoyê ra bi nameyekê ragihand ku maweya rewşa acîl a neteweyî ya di sala 2004an da ji bo Sûriyeyê hatibû îlankirin û paşê çend caran hatibû rojanekirin dirêj kir.
Obama di nameya ku şand da got ku rejim li dijî gelê Sûriyeyê şer dike, ev şerê bêyî merhemet tê kirin him gelê wir dike tehlîkeyê him jî îstiqrara welêt ji kokê va dihejîne. Gelê Sûriyeyê hikûmeteka azad û ya hemû aliyan temsîl bike dixwaze.
- Bangewazî ji bo rejima Esed
Obama got ku DYA şideta bêsînor a rejimê û binpêkirina mafên mirovan şermezar dike wiha dewam kir: "DYA bangî rejima Esed dike da ku şer bide rawestandin, li gorî peymanê tevbigere, destûrê bide ku alîkariya însanî bigihêje gelê Sûriyeyê. Herwiha divê rejima Esed destûrê bide ku li herêmê demokrasî geş bibe."