WASHINGTON (AA) - Serokê DYAyê Barack Obama û Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî dê di 1ê Mijdarê de li Qesra Sipî bênê bal hev.
Ji aliyê Qesra Sipî ve hat ragihandin ku dê di hevdîtinê de li ser Peymana Çarçoveya Stratejîk a DYAyê û Iraqê bisekinin û giringiya têkiliyên herdu dewletan were nirxandin.
Li gorî agahiyan di hevdîtina Obama û Malîkî de ji bilî xurtkirina hevkariya qadên Peymana Çarçoveya Stratejîk a DYAyê û Iraqê dê di hevdîtinê de mijarên herêmî jî bê nirxandin.