07 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamneyî got ku wan bi kirinên Serokê DYAyê Donald Trump yê serdema hilbijartin û ên wexta dest bi wezîfeyê kir, rûyê rast ê DYAyê dît.
Li gor nûçeya ser malpera serokê Îranê hat weşandin, Xamneyiyê ku li avahiya xwe ya li Tehranê fermandarên hêzên asîmanî qebûl kirin, di axaftina xwe ya li vir kir de bal kişand ser axaftina Trumpê serokê DYAyê ya derheqê Îranê de.
Xamneyî got: "Em spasiya wî kesê ku nû hat ser wezîfeyê (Trump) û karê me hêsantir kir, dikin. Wî kesê rûyê rast ê DYAyê nîşan da."