LONDRA
Ofîsa Anadolu Agencyê (AA) ya Londrayê dê îro bi beşdariya Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk bê vekirin.
Ofîsa AAyê ya Londrayê dê bi beşdariya Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk îro bê vekirin. Ofîs nêzî parlementoya dîrokî ya Ingilistanê ye. Tê çaverêkirin ku siyasetmedarên navdar û pêşengên civaka Ingilistanê beşdarî vekirinê bibin.
Bi munasebata vekirina Ofîsê dê îro li Navenda Çandê ya Yûnûs Emre ya Tirk ya Londrayê pêşangeha bi navê "Ji Objektîfa AAyê Dinya" bê vekirin.
Ofîsa AAyê li gel Ingilistanê dê ji Îskoçya, Îrlandaya Bakur û Gallerê jî geşedanên girîng ragihîne.