ekîp
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
PEKÎN
Ajansa Anadoluyê li Pekîna paytextê Çînê bi merasimekê va ofîsa xwe vekir.
Mustafa Ozkayayê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê, Muhammet Salih Demirkan û Alî Turker Pîrtînî ku endamên Lijneya Rêvebiriyê ne, Ural Yeşîlê Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî, Teoman Ukurê Musteşarê Balyozxaneya Pekînê ya Tirkiyeyê, Yen Vinbînê Dîrektorê Nûçeyên Navneteweyî ya Ajansa Şînhuayê, hin rojnamevan û mêvanên din beşdarî merasima vekirinê bûn.
Di merasimê de Mustafa Ozkayayê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê xêrhatin da mêvanan û got bi vê ofîsa Pekînê va AAyê gaveke girîng ji bo sazîbûna herêma Asya-Pasîfîkê avêtiye.
Ozkaya behsa girîngiya welatê Çînê kir û wiha axivî: "Em hêvî dikin ev ofîsa me ji bo dostaniya Çîn û Tirkiyeyê ya dîrokî ya ku bi Rêya Hevrîşimê va dest pê kiriye bibe alîkar. Duh me 94emîn salvegera avabûna Komara Tirkiyeyê pîroz kir. Îro jî em li vir ofîsa me ya Pekînê vedikin. Ji ber vê em kêfxweş in û ez spasiya hemû mêvanên me yên ku hatine vir dikim."
Piştî ku qordele hat birîn û ofîs hat vekirin heyeta AAyê der barê xebatên AAyê de agahî dan mêvanan û pirtûkên ku behsa hewldana derbeya FETOyê dikin û pirtûkên Istanbul Photo Awards 2017an diyarî kirin.
Dîrektorê Xeberên Navneteweyî yê Ajansa Şînhuayê Yen Vinbîn got ku ew giringiyê didin hevkariya bi AAyê re, herwiha Serokê Şinhuayê Say Mingcao ji Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya AAyê Şenol Kazanci re nameyek şand û ew pîroz kir.
Yen got AA yek ji saziyên kevnare yên Tirkiyeyê ye û ji Çînê nûçeyên rast, opjektîf bi lez û bez radigihîne aboneyên xwe, bawer im ev yek peywendiya herdu welatan xurttir dike.
Endamê Lijneya Rêveberiya AAyê Pirtinî ji nûçegihanê AAyê re got ku Çîn ji hemû aliyan ve bipêş dikeve û wiha dewam kir: "Bawer im ofîsa me ya li Çînê wê ji bo tora xeberan a mezin a AAyê kêrhatî be."
Pirtinî da xuyakirin ku AAya ku bi 13 zimanan weşanê dike, li Pekînê ofîs vekir, herwiha pêkhateya ajansê ya li Çînê xurttir bû û wiha axivî: "Bi nûçeyên em ê li Çînê çêkin armanca me ew e ku em peywendiyên dîrokî yên navbera Çîn û Tirkeyeyê xurttir bikin."