12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rêxistina Qedexekirina Sîlahên Kîmyewî (OPCW) piştî daxuyaniya komisyona lêkolînên serbixwe ya ku diyar kir ku rejima Esed cara 3yan sîlaha kîmyewî bi kar anî, biryara şermezarkirinê da.
Di daxuyaniya OPCWyê da hat diyarkirin ku li Sûriyeyê bikaranîna sîlahên kîmyewî bi tundî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê da bangî rejima Esed kirin ku bira ji bo lêkolînên li ciyên ku lê sîlahên kîyewî hatin bikaranîn destûrê bide.
Komisyona lêkolînên serbixwe ya ku bi destê Neteweyên Yekbûyî û OPCWyê ji bo tesbîtkirina sîlahên kîmyewî hatibû lidarxistin tesbît kiribû ku li welêt 3 caran rejima Esed carekê jî DEAŞa rêxistina terorê sîlaha kîmyewî bi kar anîne.