VATÎKAN
Serokê alema Katolîk Papa Francîscûs, ji Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm re name şand û di nameyê de bangawezî kir ku Masûm qeyrana însanî ya li herêmê çareser bike.
Papa Francîscûs ji bo alîkariya xiristiyan, êzdî û kêmneteweyên din ên di bin bandora êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de man bê kirin, bangewazî kir. Papa, vê sibê Kardînal Fernando Fîloniyê ku wek nûnerê taybet şand Iraqê qebûl kir.
Kardînal Fernando Fîlonî derbarê hevdîtinên ku li herêmê kir de, agahî dan Papa Francîscûs.
Li gor daxuyaniya ku ji Vatîkanê hat kirin, hat diyarkirin ku Papa bi Fernando Fîlonî re, ji Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm re name şand.
Di nameya Papa de ev îfade cih girtin:
"Ez cardin bangî hemû jin û mêrên ku berpirsiya wan a siyasî heye dikim, bila hemû ji bo çareserkirina qeyrana însanî ya li Iraqê hewl bidin û hemû derfetên xwe bikar bînin."
Papa got ku ew rewşa Xiristiyan û kemneteweyên din ên li herêmê ên ku îbadetxane û malên wan tên wêrankirin û mecbûr dimînin herêmê terk dikin dişopînim. Papa got ku ew ji ber vê yekê xemgîn e.