Abdullah Tel
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê bi pêşengê katolîkan Papa Franciscus ra li ser meseleya Qudsê axivî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên serokomariyê hatin hildan mijara axaftinê Quds bû.
Di xeberdanê da li ser parastina statuya Qudsa ku ji bo îstiqrara herêmê wek kevirê bingeh e nirxandin hatin kirin û hat xwestin ku ew gava xelet a der barê Qudsê da hat avêtin bê serastkirin.
Serokomar Erdogan û Papa Franciscus behsa pêşnumaya li ser gava xelet a Amerîkayê ya der barê Qudsê da hat amadekirin kirin ku di Lijineya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (LGNY) da dijî 9 rayan bi 128 rayan qebûl bû. Hat destnîşan kirin ku herdu serok jî ji wê encama LGNYê derket razî ne.
Serokomar Erdogan di axaftinê da qala Qudsa ku ji bo sê dînên semawî jî pîroz e kir û bi armanca pêşvebirina têkiliyên dualî û li ser mijarên navneteweyî herduyan jî li hev kir ku wê di rojên pêş me da kom bibin.
Serokomar Erdogan û Papa Franciscus bi wesîleya xeberdanê hêvî kirin ku sala 2018an ji bo hemû mirovahiyê bi xwe ra aştî, refah û hizûrê bîne.