07 Sibat 2016•Rojanekirin: 08 Sibat 2016
QAHIRE
Parlementoya Ereban bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Esed û piştevanên wî bikin da ku êrîşên xwe yên asîmanî rawestîne.
Serokê Parlementoya Ereban Ehmed bîn Muhemmed el-Cerwan di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Amerîkaya Latîn, Yekîtiya Ewropayê (YE), Parlementoyên Efrîqa û Asyayê kir ku zextê li Esed û piştevanên wî bikin da ku êrîşên xwe yên asîmanî yên dijî xelkê sivîl rawestîne.
Cerwan wiha got, "Parlementoya Ereban dixwaze ku hemleyên asîmanî bi muzakereyên çareseriya aştîxwaz a krîza Sûriyeyê ra bi awayekî hemdem bên rawestandin."
Cerwan bal kişand ku pêngava ewil a aştiyê û bidawîbûna kêşeyên xelkê Sûriyeyê, rawestîna êrîşan e û diyar kir ku ji bo pêkhatina vê armancê Parlementoya Ereban amade ye ku bi parlementoyên navborî ra bixebite.
Li gorî daneyên Koalîsyona Navneteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ên Sûriyeyê, di êrîşên Rûsyayê yên ji meha îlonê vir da heya niha hezar û 730 sûriyeyî mirin.