ŞANLIURFA
Parlamentoya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo panebarên Kobanêyê li Sirûca navçeya Şanliurfayê kampekî ava bikin, dest bi xebatê kirin.
Heyeteke parlamenterên HKIyê ji bo ku xebat dest pê bikin Alîkara Serokê Şaredariya Sirûcê Zuhal Ekmezê ve hatin bal hev. Heyetê piştî hevdîtinê merasîmeke sembolîk ji bo kampê li dar xist.
Parlementerê Eniya Tirkmenan ê Iraqê Aydin Marûf ji rojnamevanan re daxuyand ku 260 malbat dê bên cihkirin û wiha axivî: "Ya girîng xwedîderketina mirovahiyê ye. AFAD û Hêyva Sor a Tirk jî alîkariya pebaneran dike. Em ji hemû mirovan û rayedaran dixwazin ku bila li van mirovan xwedî derkevin. Em ji Iraqê hatin û bêyî ku em cudahiyê bikin nav mirovan alîkariyê dikin."
Parlementerê HDPyê yê Şanliurfa Milletvekili Îbrahîm Ayhan jî daxuyand ku ew hewl didin alîkariyê bidin gelê Kobanêyê û got ku ew ji bo alîkariyên heyeta HKIyê kêfxweş in.