HEWLÊR
Hat ragihandin ku parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku êrîşên DÎŞIyê yên li herêmê wek komkujî bên qebûlkirin, serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî da.
Nûnerên saziyên civakî yên sîvîl û parlementerên jin ên li Parlemetoya HKIyê ji bo ku jinên êzdî yên ji hêla DÎŞIyê ve hatine revandin bên xilaskirin li hev civiyan.
Serokê Parlementoyê Yûsif Mihemed Sadiq got ku êrîşen ku 3 meh berê li ser êzdiyan hatin kirin û hê jî dewam dikin pir bi êş in û ev êş sal derbas bin jî dê neyên jibîrkirin.
Sadiq got ku hewcedariya wan saziyên civakî yên sîvîl heye û wiha axivî:
"Ji bo ku êrîşên li ser êzdî, tirkmen, xrîstyan û şebekan wek komkujî bên qebûlkirin çi ji destê me tê em ê bikin. Ji bo ku ev êrîşên bi plankirî li ser kêmnetewan tên kirin wek komkujî bên qebûlkirin serî me li serî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî da. Serîlêdana me hat qebûlkirin. Di rojên pêş me de lêkolînên hewcedikin dê bên kirin."
Seroka Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Jinan a Parlementoya HKIyê Êvar Îbrahîm jî daxuyand ku firorina jinan ên ku li Şengalê ji hêla DÎŞIyê ve hatibûn revandin her kesî xemgîn dike.
Îbrahîm got ku ew ê wek komîsyon vê bûyerê ji her alîve dê lêkolîn bikin û wiha axivî: "Destavêtina jinên êzdî yên bêsûc û bêguneh rewşeke pir bi êş e. Îro jinên ji hikûmet, parlemento û saziyên civakî yên sîvîl hatin ku li ser vê mijarê biaxivin ku ji bo jinên êzdî çi dikarin bikin."