14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
ANKARA
Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serkêşiya Serokê Giştî yê Partiyê Mesûd Barzanî civiya û mijarên muhîm ên rojevê guftûgo dike.
Li gor daxuyaniya ku ji malpera resmî ya partiyê hat ragihandin, di civîna ku li navenda PDKê destpê kir de mijarên wek nirxandina rapora Mekteba Siyasî û danîna bernameya 2017an cih digirin.
Ev civîna PDKê piştî kombûnên wê yên digel partiyên siyasî ên Herêma Kurdistanê lidar dikeve. Heyeta PDKê li ser mesaj û daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di 20ê Mijdara 2016an de ragihandibû, bi partiyên siyasî yên din re kete têkiliyê û li ser çareserkirina aloziyên heyî muzakere kir.
Di civînê de herwiha bernameya sala 2017an a partiyê jî tê diyarkirin û mijarên wek têkiliyên bi Bexdayê re û bûyerên li Rojhilata Navîn jî têne xeberdan.
Berî du rojan PDK û YNKê kombûnek saz kiribû tê de ragihandibûn ku ji bo çareserkirina rewşa xitimî ya li Kurdistanê, bi taybetî safîkirina mijarên wek Serokatiya Herêmê û Parlamentoya Kurdistanê, herwiha muzakerekirina meseleya referandûm û serxwebûnê divê komîsyonek were avakirin û ev komîsyon xebata xwe di zûtirîn demê de temam bike û wek rapor pêşkêş bike.