HEWLÊR
Piştî ku rêxistina PKKyê li Şingala Mûsilê civîn kir û ragihand ku li ciyên êzdî dijîn wek "kanton" îlan kiriye, rayedar, pêşeng û partiyên êzdiyan ên li Herêma Kurdistana Iraqê bertek nîşan dan.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bertekeke tund nîşanî hewldanên rêxistinê da. PDKyê daxuyanî da û di daxuyaniyê da destnîşan kir ku hewldanên PKKyê yên ji bo îlankirina kantonê li dijî zagon û gelê Kurdistanê bêsiyanetî ye.
Koma PDKyê ya li Parelementoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe da hewldanên PKKyê rexne kir û wiha got: "Şingal perçeyekî gewdeyê neteweyî yê birîndar e. Welatê me li dijî DÎŞIya hov û dirinde di nav şer da ye. Hêzên pêşmergeyan bi alîkariya dinyayê û bi piştgiriya kurdên li çar perçeyê Kurdistanê li dijî dijminê hevpar şer dike. Hewldan û planên dijminên azadiya Kurdistanê têk çûn. Mixabin di demeke wiha hesas da PKK sazî, zagon û mafê gelê herêma Kurdistanê binpê dike û bi daxwazên nemeşrû bêhurmetiyê dike."
Hat diyarkirin ku PDK kantonan qebûl nake û wiha hat gotin: "Em bangî parlemento, hikûmet, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û gel dikin ku li dijî hewldanên wiha bertekê nîşan bidin û xwedî helwest bin. Divê PKK dev ji van polîtîkayan berde. Divê siyanetê nîşanî herêma Kurdistanê bide û hedê xwe bizanibe. Hewldanên wiha tenê zirarê didin."
Di berdewamiya daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Helwest û hewldana PKKyê li dijî zagon û saziyên herêma Kurdistanê bêsiyanetî ye. Binpêkirina îradeya herêma Kurdistanê ye. PKK li dijî gelê Şingalê pêkutiyê dike û axa welêt perçe dike."
- "Em midaxeleya ji derva va qebûl nakin"
Parlementerê Êzdî Şêx Şamo di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku rêvebiriya Şingalê heye, pêwîstî bi kantonan tuneye û wiha dewam kri: "Hewldanên wiha midaxeleya karên me ye û wê bê encam bimînin. Em midaxeleya ji derva va qebûl nakin."
- "Biryara PKKyê meşrû nîne"
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan ê Şingalê Qasim Şeşo diyar kir ku PKK li Şingalê mêvan e û wiha got: "Em siyanetê nîşanî hemû partiyên kurdan didin. Kes rêvebirê me û bavê me nîne. Wan jî destnîşan kir ku wê li gor biryara Mesûd Barzanî hereket bikin. Biryara PKKyê meşrû nîne. Em kantonan qebûl nakin. Hewldanên PKKyê yên li ser Şingalê bêbextî ye. Em di emrê Serokê Herêma Kurdistanê û hikûmetê da ne, yên ku ji Sûriye û Tirkiyeyê hatine nikarin emir bidin me û hikmê li îradeya me bikin."
Meclisa Bajêr a Mûsilê îro li Dihokê der heqê mijarê da biryara civînê hildabû. Lê ji ber amadehî temam nebûne civîn hat texîrkirin.
PKKyê berê jî gotibû ku divê li Şingal û Silêmaniyê kanton werin îlankirin. Kurdên Iraqê bertek nîşan dabûn. Peyra rêxistinê li Şingalê civîn çêkir û îdia kiribû li herêma êzdiyan kanton hatiye îlankirin û hin kes jî wek endamê meclisê hatine bijartin.