NEW YORK
Boksorê navdar Mihemed Elî ji nexweşxaneya ku dihat dermankirin, hat tabûrcîkirin.
Elî berê jî 18 rojan ji ber enfeksiyona îdrarê di nexweşxaneyê da mabû û di 7ê rêbendanê da hatibû tabûrcîkirin.
Berdevkê malbatê Bob Gunnell daxuyanî da û destnîşan kir ku Elî ji ber heman nexweşînê di nexweşxaneyê da ma.
Boksorê navdar di Olîmpiyadên Romayê ya 1960an da di 18 saliya xwe da bûbû şampiyon. Elî di sala 1964an da bû misilman û navê xwe yê "Cassius Marcellus Clay Jr." guherand û navê "Mihemed Elî" hilda. Mihemed Elî kariyera xwe di sala 1981an da bi dawî anî û di sala 1984an da nexweşîna parkînsonê lê çêbû. Eliyê ku navê xwe qeyd kir dîroka spora Amerîkayê 3 caran bû şampiyonê dinyayê.
Elî di nav werzişvanên sedsalê yên herî mezin da tê nîşandan.