Sinan Doğan
04 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Termê Peleyê fitbolîstê efsanewî yê Brezîlyayî hat definkirin.
Cenazeyê Pele danîn ser wesayîta îtfaiyeyê û ji bo ku xatir bê xwestin pêşî birin mala Celesta Arantesa dayika wî ya 100 salî ya ku li herêma Qenal 6ê dijî.
Pele li bajarê Santosê Goristana Memorial Necropole Ecumenicayê bi merasima ku endamên malbatê û nas û dostên wî beşdar bûn va hat oxirkirin.
Termû Pele bi korteja dirêj a ku ji heyranên wî pêk tê û li gel hêzên ewlehiyê birin û li qebra li qata ewil a goristana 14 qatî ya ku bav û birayê wî jî tê da ye û ji bo wî hatiye dîzaynkirin hat definkirin.
Peleyê ku navê wî yê rastîn Edson Arantes do Nascîmento ye li nexweşxaneya ku ji 29ê sermawezê va lê dihat dermankirin di 29ê kanûna pêşîn da di 82 saliya xwe da miribû.