Sinan Doğan
29 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2022
Futbolîzê efsanewî yê Brezîlyayî Pele, li nexweşxaneya ku ji 29ê mijdarê ve lê tê dermankirin, 82 saliya xwe de mir.
Futbolîz Edson Arantes do Nascimento, ku bi navê Pele tê naskirin û xwediyê serkeftinên mezin bû, li Nexweşxaneya Albert Einstein ya li Sao Paulo xatir ji jiyanê xwest.
Keça Pele Kely Nascimiento di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de wiha got, "Çiqas tiştên ku di dest me de ye hemî bi xêra te bû. Emê heta heta ji te hez bikin. Di nava aramiyê de raze."
Pele ji ber pençeşêra kolonê ev saleke dihat dermankirin.