ŞANLIURFA
Dora 200 hezar kurdên sûriyeyî ji ber şerê welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê. Ji van nêzî 70 hezarî vegeriyan welatê xwe.
Li Kobanê ji ber şerê DAEŞa rêxistina terorê û hêzên kurdan dora 200 hezar kobanêyî ji Kobanê revîn û piştî ku rêxistin ji herêmê vekişiya kurdên kobanêyî peyder pey zivirîn welatê xwe.
Kurdên sûriyeyî Şanliurfa (Ruha) di serî de li bajarên cuda cuda bi cih bûn û vê gavê jî bi eşyayên xwe yên ku bi xwe re anîbûn ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas dibin û diçin welatê xwe.
Piştî ku polês li ber derî wan kontrol dike, li navenda mobîlê ku bi destê Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) hat avakirin, qeyda wan tê çêkirin. Penaber nasnameya ji bo ku li Tirkiyeyê bi kar bînin dabûn wan, li vê derê teslîm dikin û diçin Kobanê.
Hê nêzî 25 hezaran kobanêyî di çadirên navçeya Sirûcê de dimînin. Yên din jî li bajarên din dimînin.
Waliyê Ruhayê Îzzettîn Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî DAEŞa rêxistina terorê ji herêmê vekişiya, kobanêyî vegeriyan Kobanê, di mehên ewil de gel li ser hev diçû lê niha ew qas qerebalix nîne.
Kuçuk got ji ber ku li Kobanê pergala binerd û pêdiviyên sereke peyda nabin, kes zêde naxwaze biçe û hê ji 100 hezarî zêdetir kobanêyî li Tirkiyeyê mêvan in.
Kuçuk destnîşan kir ku ji sê biran birek kurdên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe û wiha got: "Hê 25 hezar kes di çadira ku me li Sirûcê ava kir de dimînin."
Aliye Salihê ku vegeriya welatê xwe got ku ew ji ber vegera welatê xwe kêfxweş e.
Salih got ku ew nêzî 6 mehan li Tirkiyeyê ma û mazûvaniyeke baş jê re hat kirin û got ku ew dostaniya dostên li vir qet ji bîr neke.