Kasım İleri
24 Adar 2023•Rojanekirin: 25 Adar 2023
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tuxgeneral Patrîck Ryder eşkere kir ku komên Îran piştgirê wan e li rojhilatê Sûriyeyê bi 10 moşekan êrîşî baregeha ku eskerên Amerîkayê lê ne kir lêbelê negot ka tiştek bi kesî hatiye yan na.
Komên Îran piştgirê wan e yên ku duh li Hasekêya bajarê Sûriyeyê bi wesayîtên hewayê yên bêmirov (ÎHA) va li tesîseke koalîsyona di bin serkêşiya Amerîkayê da kiribû û bibû sedema mirina personelekî bipeyman ê Amerîkayî û yek jê bipeyman birîndarbûna 6 personelan vê carê jî baregeha Amerîkayê ya li Dêrazorê hedef girtin.
Berdevkê Pentaganê Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane da da zanîn ku bi saeta herêmî dora saet 08.05an da li Dêrazorê bi 10 moşekan êrîşî baregaha ku Amerîka wekî Gundê Kesk bi nav dike kirin.
Ryder diyar kir ku di êrîşê da tu kes nemir û di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da agahî hat dayîn ku moşekan îsabetî maleke nêzî baregehê kir ê du jin û du zarok sivik birîndar bûn.
Berdevk îdia kir ku koma herdu êrîş kirin jî heman kom e.
Piştî êrîşa ku dijî baregeha li Hasekê hat kirin Amerîkayê bi êrîşên asîmanî li du tesîsên li Sûriyeyê yên bi Mihafizên Şoreşa Îranê re têkildar xistibû.
- Îdiaya radarên parastina asîmanê naxebitin
Di nûçeya rojnameya New York Tîmesê ya ku sipart rayedarên Amerîkayî ya der barê êrîşa ÎHAyê ya bû sedema mirina personelekî bipeyman a Amerîkayê da hat îdiakirin ku radarên parastina asîmanê yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê naxebitin.
Di nûçeya rojnameyê da hat diyarkirin ku komên bi Îran ra têkildar dizaniyan ku radar naxebitin.
Ryder pirsên der barê vê nûçeyê da bersivandin û got ku der barê êrîşê da lêpirsîn tê meşandin û CENTCOM li ser vê mijarê lêkolînê dike.
Tuxgeneral Ryder ji hêla din va îdia kir ku kapasîteya çavdêriyê ya radarê heye ku qadê bibîne.
Rojnamevanekî bi bîr xist ku di daxuyaniya der barê êrîşa ku personelek mir da hat gotin ku ÎHA ya Îranê ye û hedefên bi Artêşa Mihafizên Şoreşê ra têkildar hatin lêxistin û pirsa "Gelo hûn Îranê vir da ji mirina welatiyekî Amerîkayê berpirsyar dibînin an na?" kir. Ryder li ser vê got ku "Helbet Îran piştgiriyê dide van koman û ji ber vê yekê berpirsyar e ku ew li herêmê bêewlehî, bêîstiqrariyê dernexînin holê."