Eşref Musa,Ömer Koparan
24 Adar 2023•Rojanekirin: 24 Adar 2023
Li Deyrîzora li rojhilatê Sûriyeyê dijî derdora qada neftê ya Omerê bi moşekê êrîş hat kirin ku eskerên Amerîkayê lê hatine bicîkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, ji Mayadîna herêma Deyrîzorê ku komên terorîst yên biyanî yên Îran destekê dide wan hene, nîvrokî dijî derdora qada neftê ya Omerê bi moşekê êrîş hat kirin.
Li gor agahiyan çar moşek hatine avêtin û li qada neftê zirar çênebûye, lê moşekek li gundê Zîbanê ku di destê PKK/YPGya rêxistina terorê da ye, li xaniyekî sivîlan ketiye.
Hat diyarkirin ji ber êrîşê tu kes nemiriye û birîndar nebûye.