Abdullah Tel
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Derket meydanê ku Ajansa Lojîstîka Parastinê (DLA) ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) nikare îzaheta bi sedan milyon dolar pereyê ku xerc kiriye bike û belgeyên wê nîşan bide.
Li gor nûçeya BBCyê şirketa "Ernst and Young"ê derxist holê ku DLAyê di sala darayiyê ya 2016an a bi dawî bûye da hesabê 800 milyon dolarî neda.
Rayedarên DLAyê îdia kirin ku pere ji bo pergalên compîter û projeyên eskerî hatin xerckirin lê ew qebûl dikin ku nikarin bidin pey rêça wî pereyê çawa hatiye xerckirin.
Berdevkê DLAyê ji bo nirxandina "Ernst and Young" ragihand ku di şopandina fonên projeyên eskerî da kêmasî hene lê digel van kêmasiyên ew dikarin bi "belgekirina mal û milkên cihê wan nikare bê guherandin lê hesabê fonê bidin."
Tê gotin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ya salê 700 milyar dolar jê ra par tê cihêkirin tu carî ji sedî sed nehatiye kontrolkirin.
Li gor Politicoya malpera nûçeyê DLA di nav Pentagonê da ji daîreyên herî mezin yek e, salê bi qasî 40 milyar dolar par jê ra tê cihêkirin û bi qasî 25 hezar kes jî di bin banê wê da dixebitin.