Haydar Şahin
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
WASHINGTON
Bînbaşî Adrîan Rankîne-Gallowayê ji berdevkên Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) îdiayên ku dibêjin "Firokeyên Hêzên Hewayê ya DYAyê meha borî ji Dêrazorê ya bajarê Sûriyeyê 20 fermandarên li qadê yên DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê tehliye kirine" derewand.
Gallow pirsa nûçegihanê AAyê ya li ser mijarê bersivand û diyar kir ku îdiayên RIA Novostiya ajansa xeberan a Rûsyayê rast nînin.
Gallow destnîşan kir ku di vê mijarê da şîrove lazim nake û got, "Ev îdiaya ji binî va şaş in".
RIA Novostiyê di xebera xwe da li gor çavkaniyekê leşkerî û dîplomatîk ê ku navê wî nedabû îdia kiribû ku firokeyên Hêzên Hewayê ya DYAyê meha tebaxê ji Dêrazora bajarê Sûriyeyê 20 fermandarên li qadê yên DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê tehliye kirine.