Fatih Gazioğlu
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê DYAyê Heather Nauert pirsên rojnamevan yên der barê hêzên biçek yên hikûmeta Myanmarê û rewşa mislimanên Arakanê û qetlîaman de pirsên rojnamevanan bersivand.
Berdevk Nauert got ku ew ji bûyerên Arakanê 'fikara' dikin û heta niha gelek kesan xaniyên xwe terikandine. Nauert der barê îxlalên mafên mirovan de got ku ev 'îdia' ne û wiha dewam kir:
"Ji herêmê xeberên cuda cuda tên. Li Myanmarê pirsgirêka xeberên rast heye. Em ji vê derê bangî hikûmeta Myanmarê dikin, bila ji bo agahdarkirina gel û xeberên rast arîkariya rojnamevanan bikin. Em ji bo arîkariya mirovayî jî bi hikûmeta Myanmarê re diaxivin."
Rojnamevanan der barê polîtika û îhtimala zextên dijî hikûmeta Myanmarê jî pirs kirin. Li ser vê Nauert derstnîşan kir ku niha di rojeva wan de tiştekî wisa tuneye û dîplomatên wan meseleyê dişopînin.