ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz li ser pirsa ku "Li Diyarbekirê Belavkirina Ceyranê ya Dicleyê ya A.Ş. (DEDAŞ) ceyrana kesên ku deynê wan heye dibire" da wiha got: "Ez bangî Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê dikim ku bira berpirsiyariya xwe bi cî bîne, em kesî tehrîk nakin."
Yildiz piştî civîna çapemeniyê ya der heqê Pêşnûmaya Zagonê ya Madenê pirsên rojnamevanan bersivand.
- "Pereyê ceyrana ku hatiye şewitandin tê xwestin"
Yildiz li ser pirsa ku "Li Diyarbekirê Belavkirina Ceyranê ya Dicleyê ya A.Ş. (DEDAŞ) ceyrana kesên ku deynê wan heye dibire" da wiha got: "Ez bangî Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê dikim ku bira berpirsiyariya xwe bi cî bîne, em kesî tehrîk nakin. Li herêmê belvakirina ceyranê bi destê şîrketan tê kirin. Ev di kamuyê da be jî wê rêjeyên tehsîlatê zêde bibin. Pereyê ceyrana ku hatiye şewitandin tê xwestin. Ev li her derê wiha ye. Ji ber vê jî meriv nikare wisa nîşan bide ku tenê li herêmê wiha ye, ev ne rast e."
Yildiz destnîşan kir ku 49 milyar deynê tesîsekê heye û wiha got: "Em dibêjin deynê xwe bidin, em ji we ra teqsîd çêkin, wext deynin, planeke peredayînê çêkin, lê dibêjin em bi tu awayî nikarin planeke peredayînê bidin."
- "Wê ji bo kesên ku dixwazin deynê xwe bidin hêsanî were çêkirin"
Yildiz diyar kir ku li herêmê şaredariyên Batman û Şirnexê sozê dayîna deyn dan û wiha got: "Ceyrana wan nayê birîn. Ji hêla siyasî va çi ferqa Batman û Diyarbekirê heye? Ferq tuneye, lê Diyarbekir soz nade. Li hin deran bi zorê ceyrana xwe vekirin. Em ê rê û rêgezên qanûnî teqîb bikin. Wê ji bo kesên ku dixwazin deynê xwe bidin hêsanî were çêkirin."
Yildiz destnîşan kir ku li herêmê 251 milyon lîre pereyê DEDAŞê heye û wiha got: "Deynê Sêrtê 1,1 milyon lîre ye, deynê Şirnexê 24 milyon lîre ye, deynê Mêrdînê 46 milyon lîre ye, deynê Diyarbekirê 88 milyon lîre ye û deynê Rihayê 68 milyon lîre ye. Divê şaredariyên ku deynê wan heye planeke deydayînê çêkin, lewra xebatkarên kamuyê wezîfeya xwe dikin."