WASHINGTON
Berdevkê Pentagonê yê Wezareta Parastinê ya DYAyê John Kîrby destnîşan kir ku li Iraqê 55 hezar kîlomêtroqere di destê DÎŞIyê da ye, 77 hezar kîlomêtroqere di destê hikûmeta Iraqê da ye û 56 kîlomêtroqere jî di destê hêzên kurdan da ye.
Kîrby li Pentagonê civîna çapemeniyê çêkir û got niha nêzî 20-30 hezar şervanên DÎŞIyê hene û bi tevlîbûnan ev hejmar diguhere.
Kîrby diyar kir ku di nav 6 mehan da DÎŞI 700 kîlomêtroqereya di destê xwe da wenda kir û got bi taybetî jî li herêmên li bakurê Iraqê gelek herêm ji destê DÎŞIyê derketin ku di vir da bandora hebûna pêşmergeyan heye.
Kîrby destnîşan kir ku ferqa El Qaîde û DÎŞIyê heye û wiha got: "Lewra DÎŞI li ser axekê desthilatdar e û îdiaya wê ya îdare û xelîfetê heye. Lê DÎŞI niha tenê xwe diparêze û hewl dide axa di destê wê da dernekeve."
Kîrby di çarçoveya têkoşîna li dijî DÎŞIyê da bal kişand ser perwerdekirina mixalifên li Sûriyeyê û got vê pêvajoyê hê dest pê nekiriye.
Fermandarê Hêzên Taybet a Fermandariya Navendî ya DYAyê Mîchael Nagata û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYAyê Danîel Rûbînsteîn ji bo mijara mixalifên Sûriyeyê di 12 û 13yê Rêbendanê da hatibûn Stenbolê.
Kîrby destnîşan kir ku armanca vê hevdîtinê naskirina mixalifan bû û got ku heger li hev were bijartina mixalifan wê 3-5 meh bajo û wiha dewam kir: "Heger li hev were wê perwerde jî 6-8 meh dewam bike û wê hewl bidin ku mixalif vegerin Sûriyeyê."
Kîrby diyar kir ku tevî Hewlêrê li El Esed, Kampa Tacî û Bismayahê 3 hezar û 600 endamên hêzên Iraqê û pêşmerge tên perwerdekirin û got li Hewlêrê 100, li Tel Esedê 600, li Kampa Taciyê 1,600 û li Bismayahê 1,300 hêzên Iraqê û pêşmerge perwerdeyê dibînin.