WASHINGTON
Serokê DYAyê Obama, xwesteka wî ji kongreyê ew e ku pesendkirina biryara mudaxeleya leşkerî ya ku dê li Sûriyeyê were kirin bila were paşxistin.
Serokê DYAyê Barack Obama, ji Qesra Spî bangî gelê Amerîkayê kir û der barê bûyerên li Sûriyeyê axivî.
Obama li ser îdiaya çekên kimyeyî yê li Sûriyeyê wiha got: "Pêşniyaza Rûsyayê çiqas di cih de be jî meriv nizane û niha jî bi peymanekî teahûdên rejîma Sûriyeyê divê ku teqez bibe. Lêbelê ev pêngav ji ber ku hevgirtiyê herî mezin yê Sûriyê Rûsya ye, bi erêkirina Rûsyayê, kontrola çekên kîmyeyî bê mudaxeleya leşkerî divê ku were bidestxistin."
Obama, dest nîşan kir ku ji ber vê yekê jî min ji serokên Kongreyê re got, heta ku em bi dîplomasiyê tevbigerin hûn jî mudaxeleya leşkerî hinekî taloq bikin. Obama diyar kir ku Wezîrê Karên Derve John Kerry jî bi hemkarê xwe re roja pêncşemê wê bicive û ez ê jî bi birêz Putin re îstişareyê bidomînim.
Obama wiha got: "Li Encumena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmayek amade kiriye ji bo ku çekên kimyeyî bi awayekî gelemperî li Sûriyê ji holê rabin û werin îmhakirin. Ji bo vê alîkariya Rûsya û Çînê divê û me jî bi wan re dest bi îstişareyê kiriye. Min ji wan hêzên me yî leşkerî yên ku li herêmê ne re gotiye niha rawestin û li cihê xwe bin. Ji bo ku vê pirsgirêkê bi awayekî siyasî çareser bikin, em dê du qat zêde bixebitin. Hewla me ji bo çareseriyeke siyasî ye."
Obama ragihand ku li Sûriyê rejîma Esed çekên kîmyeyî bi kar anî û wiha pê de çû: "Bikaranîna çekên kîmyeyî, li wê herêmê ji bo hevgirtiyên me Tirkiye, Urdun û Îsraîlê metirsî ye. Jixwe Îran em zanin der barê çekên kîmyeyî de ji kesî natirse û xwe ji kesî kêm nake. Ji bikaranîna çekên kîmyeyî û ji belavbûna wan her kes di tahlûkeyê de ye. Bi taybetî li wê herêmê komên çekdar jî jê hêz bigrin û ewê jî çekên kîmyeyî bi kar bînin. Ev xetereyeke gelekî mezin e."
Serokê Amerîkayê Obama anî ziman ji bo destpêkirina şer nehatiye ser wezifeyê û ji bo ku dawî li şer bîne, ev 4 sal û nîv e dixebite. Obama wiha got: "Ev çalakiyên me yên leşkerî li gor berjewendiyên me yên neteweyî ne. Me biryara mudaxeleya leşkerî daye û armanca wê, jêvegerandina bikaranîna çekên kîmyeyî ye. Lêbelê metirsî rasterast ne li ser me ye û pir eceleya wê tuneye, me jî xwest ku ev biryar ji Kongreyê derkeve. Ku biryar ji kongreyê derkeve wê demokrasiya me bêhtir qewet bigre."
"Berpirsiyariya serokatiyê giran e"
Obama der heqê mudaxeleya leşkerî ya ku wê li Sûriyê were kirin de gotinên xwe wiha anî ziman: "DYA ne polêsê dinyayê ye lê belê ev 70 sal e ewlekariya dinyayê li ser pişta me maye û ev jî berpirsiyariyeke giran e. Eger em çareseriya vê pirsgirêkê nebînin wê gel bibêje û lava li me û serokatiya me ya dinyayê bike. Ji ber vê em ji van hemû tiştan berpirsiyar in."