Türkan Tosun
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li gor texmînan li 90 welatan ji 370 milyonî zêdetir xwecî dijîn. Ev kes ji ber rewşa aborî û siyasî ya li welatên ku lê dijîn û mudaxeleya li ser ax û jiyana wan mecbur diminîn ji erdê xwe koç bikin.
Neteweyên Yekbûyî civakên li ser erdnîgariyekî bi cih bûne, nirx, kevneşopî, çand, civak, rewşa siyasî û saziyên xwe yên herêmî tevahî an jî qismî parastine wek "xwecî" bi nav dike.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2007an da der barê heqên xwecihan ên wek nasname, çand, ziman, tenduristî, perwerde û civakî da deklarasyonek qebûl kir. Lê dîsa jî heqê gelek xwecihan nayê dayîn, ew di nav civakên herî bihandîqab û nayên parastin da cih digrin.
Koma Xebatê ya Xweciyan a Neteweyên Yekbûyî di 9ê Tebaxa 1982an da civîna xwe ya ewil kir. Ji ber vê ev roj wek "Roja Xweciyên Dinyayê ya Navneteweyî" hat îlankirin, ji ber vê rojê li gelek welatan ev roj tê pîrozkirin.
- Sala 2019an wek "Sala Zimanên Xweciyan a Navneteweyî" hat diyarkirin
Ji bo zimanên wan bê parastin sala 2019an wek "Sala Zimanên Xweciyan a Navneteweyî" hat eşkerekirin.
Xweciyên ji bo jiyan, perwerde û karekî baştir terka axa xwe kirine, li bajarên ku koç kirine jî nikarin li gor jiyan û edetên xwe bijîn. Ji ber van sedeman rastî cudakariyê tên û zehmetiyan dikşînin.
Ji ber vê koça mecburî çand û jiyana wan dikeve talûkeyê.
Li gor rapora "Dinyaya Xweciyan-2019" a ku ji hêla Koma Xebatê ya Navneteweyî ji bo pirsgirêkên wan hatiye amadekirin qasî ku tê texmînkirin li dinyayê ji 370 milyonî zêdetir xwecî li 90 welatî belav bûne.
Xweciyên xwedî kevneşopî û jiyaneke cudan e li gor civakên serdet taybetmendiyên xwe yên civakî, çandî, aborî û siyasî diparêzin.
- Herî zêde xwecî li parzemîna Asyayê dijîn
Bi 290 milyon nifûsî va herî zêde xwecî li parzemîna Asyayê dijîn. Li Amerîkaya Bakur û Navîn 23,5 milyon, li Afrîkaya Başûr, 10 milyon, li Kanadaya Bakur û Gronlandê 115 hezar, li Îskandînavyayê jî di navbera 50-100 hezarî da xwecî hene.
Li Afrîkayê hejmara xweciyan qasî 45 milyonî ye ku jê gelek ji Tuareg û Berberiyan pêk tê.
Li Pasîfîkê qasî 1,5 milyonî xwecî hene, jê gelek ji Zelandaya Nû û Awustralyayê ne. Li Rûsyayê jî ji 40 civakên cuda qasî 260 hezar kes hene ku ew jî ji xweciyên Bakur, Sibîrya û Rojhilata Dûr pêk tên.
Ji sedî 5ê nifûsa dinyayê ji xweciyan pêk tê ku ji ber feqîriyê ji sedî 15ê nifûsê feqîr yê dinyayê jî xwecî ne.
Ew li dinyayê 5 hezar çandên cuda temsîl dikin û 4 hezar zimanên cuda bi saya wan tên axaftin.