Haydar Şahin
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Hêzên koalisyona pêşîkêşiya wê Erebistana Siûdî dike diyar kirin ku teyareya bêmirov a Hûsiyan xistin xwarê.
Di daxuyaniya koalisyonê da hat diyarkirin ku teyareya bêmirov a ji Sanaya paytextê Yêmenê şandin Abhaya bajarê Erebistana Siûdî hat daxistin.
Wekî mayîn îdiayên dibêjin Hûsiyan duh bi teyareyên bêmirov 2 caran êrîş birin ser Balafirgeha Abhayê û ji ber vê di seferên teyareyan da pirsgirêk derketine jî hatin derewandin.
Hûsî di van demên dawîn da fuzeyên ji hêla sîstemên parastina hewayê yên Erebistana Siûdî tên berterefkirin û teyareyên bêmirov bi kar tîne û êrîşî hin herêmên welêt dike.
Li Yêmena demeke dirêj e lê bêîstiqrariya siyasî heye di navbera Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan û hêzên hikûmetê yên Erebistana Siûdî û Miîrektiyên Yekbûyî ya Ereban piştgiriyê dide wan da pevçûn derdikevin.
Hûsî ji îlona 2014an vir da Sanaya paytext û hin herêmên Yêmenê di kontrola xwe da digrin. Koalisyona Erebistana Siûdî pêşîkêşiyê dike jî ji adara 2015an vir da li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.