HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, bi Fermandarê Hêzên Navend ê DYAyê (CENTCOM) Lloyd Aûstîn û rayedarên leşkerî yên gel wî re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ser malpera fermî ya serokatiya HKIyê hat weşandin, di hevdîtinê de li ser mijarên wek "Amadehiyên ji bo operasyona xilaskirina Mûsilê, Kerkûk, şerê li Selahaddîn û Enbarê didome, xebata pêşmergeyan a bi artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re" rawestiyan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bilî têkiliyên DYA û HKIyê ser ziyareta Barzanî ya DYAyê jî sekinîn. Aûstîn spasiyên xwe pêşkêşî hêzên ewlehiyê yên HKIyê ku di teqîna 17ê nîsanê de serkonsolosiya DYAyê parastibûn û di demeke kurt de kiryarên bûyerê girtin, kir.
Aûstîn, serxweşî da malbatê kesên ku di êrîşê de mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, Aûstîn pêsnê hêzên pêşmergeya yên dijî DAEŞa rêxistina terorê şer dikin da û wiha got "Piştgiriya ku DYA dide pêşmergeyan dê berdewam bike."
Hat ragihandin ku Barzanî jî ji bo piştgiriya leşkerî ya ku DYAyê da wan spas kir û got ku ev welat, di şerê dijî DAEŞê de piştgirî da me û ev piştgirî zehf bi kêrî me hat.
Barzanî parast ku êrîşa li Ankawaya semta Hewlêrê hat kirin nîşan dide ku DAEŞ di eniyên şer de zehf qelsbûye û wiha axivî: "Terorîst di eniyan de têk çûn û qels bûn, dixwazin bi êrîşên terorî têkçûnên xwe yên li eniyan binuxumînin. Lê belê bila baş bê zanîn ku: Terorîs dê tu caran nikaribin li Kurdistanê bi cih bibin. Terorîst dê tu carî nikaribin li Kurdistanê bi cih bibin û dora xwe fireh bikin."
Serbalyozê DYAyê yê Bexdayê Stûart Jones, Misteşarê Ajansa Ewlehiyê yê HKIyê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir, Berpirsiyarê Têkiliyên Derve Felah Mistefa û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî tevlî hevdîtinê bûn.