WASHINGTON
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku meseleya 1915an ya ku di rojeva Tirkiye û Ermenistanê de ye divê ji hêla tirk û ermeniyan ve bê çareserkirin.
Çavuşoglu li Wazhîngtina paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya bernameya xwe de beşdarî konferansa "Li Rojhilateke Tevlihev Rola Tirkiyeyê" bû. Konferans ji hêla saziya Carnegie Endowment for International Peace ve hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu di konferansê de bûyerên ku di sala 1915an de qewimîn û niha jî di rojeva Tirkiye û Ermenistanê de ye nirxand û got ku Tirkiye û Ermenistan, tirk û ermenî divê meseleyê bihevra çareser bikin.
Der heqê şervanên biyanî yên ku ji ser Tirkiyeyê derbasî welatên din dibin de jî Çavuşoglu wiha got: "Tirkiye ji bo rê li wan kesan bigire tewdîrên berfireh girt, lê em nikarin bi tena serê xwe vê meseleyê hel bikin. Divê devletên din jî agahiyên berfireh bi me re parve bikin."
Çavuşoglu pirsa kesên ku beşdarî konferansê bûbûn jî bersivand û biryara Parlementoya Ewropayê (PE) ya der heqê bûyerên 1915an jê hat pirsîn.
Çavuşoglu ragihand ku biryara PEyê rast nîne lewra di meseleyên wiha de lazime siyasetmedar, parlementoyên neteweyî, parlementoyên navneteweyî û PE û organîzasyonên navneteweyî biryarê nedin û wiha dewam kir: "Tirkiyeyê ji Ermenistanê re got ku werin em lijneyeke ku ji zanyar û dîroknasan pêk tê bînin bal hev û hemû arşîvên dewletê pêşkeşî wan bikin."