27 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
ANKARA
Di operasyonên hêzên ewlehiyê da ji ber ku gelek terorîst hatin berterefkirin û derketina serê çiyê kêm bû, PKKya rêxistina terorê ya cudakar li ber belabûnê ye.
Hêzên ewlehiyê li giştiyê welêt têkoşîna li dijî terorê bê navber didomînin û nahêlên terorîstên PKKyî ji cihê xwe bilibitin.
Şûna kesên di operasyonan da tên kuştin eleman nayên peydakirin û rêxistina terorê ya cudakar tengasiya elemanan dikşîne. Di 2016an da 686, di 2017an da 152 terorîst tevî rêxistinê bûn, ev hejmar di mehên ewil ên 2018an da 43 ye.
Rêxistina terorê ya cudakar ketiye tengasiyê û terorîstên ku dixwazin ji zext û zilma rêxistinê xelas bibin jî jê direvin.
Di vê çarçoveyê da di 2016an da 466, di 2017an da 429, ji serê salê heta niha jî 115 terorîst ji rêxistinê revîn û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.