ANKARA
PYD/YPGya ku bi telîmata Abdullah Ocalanê serkêşê rêxistina terorê va di kongreya 8an a PKKê da hatibû avakirin û ji heman hewzê terorîst û rêveberan bi kar tîne, bi rêxistinên ku navên wan ji PKKê cuda ne xebatên xwe yên cihêkarî û terorê didomîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, YPGya rêxistina terorê ya şaxa çekdarî ya PYDya ku bi destê welatên rojavayî bi taybetî jî DYAyê tê xweyîkirin û hewl didin ku wek rêxistineke din nîşan bidin, ji avakirina wê virda tê dîtin ku têkiliya wê bi eşkereyî rêxistina terorê ra heye.
PYD/YPGya ku hewl dide bi pevçûnên dijî DEAŞê va meşrûiyetê qezenc bike, çiqasî înkar bike ku têkîliya wê bi PKKê ra tune jî avakirina wê rasterast bi telîmata Abdullah Ocalan va hatiye kirin.
Bi biryara ku di kongreya 8an a PKKê ya ku di nîsana 2002yan da hatibû hildan va PYD bi navê "Partiya Yekîtiya Demokratîk" va di 2003yan da hat avakirin. Di navbera salên 2003 û 2010an da serokatiya rêxistinê Fuat Omer kir. Wê çaxê rejima Esed bi çavekî baş li rêxistinê mêze nedikir û endamên rêxistinê hatin binçavkirin. Gelek navên Salih Mislim jî tev e ji ber vê revîn bakurê Iraqê.
Bi tesîra "Bihara Eraban" di sala 2011an da hereketên şoreşê dest pê kirin, di vê demê da rêxistinê bi rejima Esed ra kar kir, dîsa dest çalakiyên xwe yên siyasî û çekdarî kir û endamên wê yên girtî jî serbest hatin berdan.
- Di rêziknameya PYDê da PKK
Di rêziknameya partiyê ya PYDê da Abdullah Ocalan wek serokê gelê kurd tê qebûlkirin, tê gotin ku PYD wek girêdayî konsêya rêvabirinê ya PKKê tev digere û têkiliya PKK-PYDê bi awayekî eşkere di vir da tê dîtin.
PYDya ku hevserokên wê Salih Mislim û Asya Ebdullah in li bakurê Sûriyeyê bi îdeolojiya "Apocîtiyê" va xebatên teror û cihêkariyê didomîne.
Di rêziknameya PYDê da ji bo Kongra-Gel a ji navekî PKKê ye tê gotin ku "Ezayê rêvabirina bilind a gelê Kurdistanê" ye. Wek mayîn di rêziknameyê da tê gotin ku Abdullah Ocalan seroktiya KCKê, hemû gelê kurd û Kongra-Gel dike û ev jî ji aliyê wan va tê qebûlkirin.
Wek mayîn ji bo endamtiya partiyê şertê "Qebûlkirina metoda şaristaniya demokratîk a Ocalan" tê danîn.
Meclisa partiyê ji 25 endaman pêk tê û ev endam bi destê kongreya partiyê tên hilbijartin û di nav wezîfeya wan da ev jî heye: "Li dewletên cînar û herêmên Kurdistanê divê piştgiriyê bidin partî û saziyên nêzî xwe."
- Têkiliyên di navbera HPG-PJAK-YPGyê da
Endamên HPGya di bin banê PKKyê da di bûyera ku wek "Berxwedana Kobaniyê" bi nav dikin da derbasî nav YPGya şaxa çekdar a PYDyê bûbûn. Ev jî nîşan dide ku dema hewce bike di navbera HPG-PJAK-YPGya ku girêdayî PKK-KCKyê ne dema hewce bike têkiliyeke şefaf heye.
Di nûçeyeke rojnameya Wall Street Journalê da gotinên Jamie Laneyê leşkerê DYAyê yê berê cî girtibûn. Lane wiha digot: "Di navbera PKK û YPGyê da ferq tuneye. PKKyî unîformayên xwe diguherînin û dibin YPGyî." Ev jî nîşan dide ku milîtanek dema li Tirkiyeyê şer dike dibe HPGyî, dema li Îranê şer dike dibe PJAKî û dema li Sûriyeyê şer dike dibe YPGyî.
Piştî îdiayên PKK heger ji Tirkiyeyê vekişe wê tevlî PYDyê bibe, Salih Mislimê Hevserokê PYDyê di gulana 2013yan da daxuyanî dabû BBC Tirkî. Mislim ev têkilî wiha eşkere kiribû: "Pêwîstiya me bi alîkariyeke wiha tuneye. Şervanên me yên jêhatî hene. Wexta hewcedarî çêbe em ê hildin rojevê."
- Rêxistina terorê ya ku sûcê şer dike
Bi raporan hat eşkerekirin ku YPGya şaxa çekdar a PYDyê ku şaxa PKKya rêxistina terorê ye, li bakurê Sûriyeyê sûcê şer dike.
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da ku di 13yê cotmeha 2015an da bi ser navê "Ciyekî ku em pê da herin tuneye" hat weşandin da ev tesbit cî digirin: "YPGyê li bakurê welêt herêmên ku ereb û tirkmen lê dijîn xirab kiriye û şêniyên herêmê bi zorê didin koçkirin."
Di raporê da tê destnîşankirin ku li bakurê Sûriyeyê îdareya xweser a di rêvebiriya PYDyê da bi taybetî gundên ereb û tirkmenan tên şeweitandin û gundî koç dikin.
- YPG zarokan diemilîne
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir YPGê di 15ê tîrmeha 2015an da soza ku wê zarokên esker ên di nav rêxistinê da derxe bi cih neanî û qanûnên navneteweyî yên di vê mijarê da binpê kir.
Rêxistinê daxuyanî da û bi bîr xist ku YPGê di 5ê hezîrana 2014an da bi saziya civakî ya bi navê "Geneva Call"ê ra "Peymana Teahudê" ya ku wê zarokên ji 18 salî biçûktir in ji herêmên şer dewam dikin bikişîne îmze kir lê digel vê hat tespîtkirin ku zarokên aqilbalix nebûne hêj di nav baskê YPJê ya rêxistinê da şer dikin.
- Terorîstên him li hêla PKKê û him jî li hêla YPGê şer dikin"
Di nav mînakan terorîstên him li hêla PKKê û him jî li hêla YPGê şer dikin da Enver Gongurê bi navê "Ferman" tê naskirin û qaşo ji rêxistinbûna ciwanan wek "berpirsê hemleyê yê Tirkiyeyê ye" hatiye wezifedarkirin, mînak hat nîşandan.
Gungorê ku di 14ê sibata 2014an da dixwest bi rêya dereqanûnî bikeve Tirkiyeyê li Rihayê hat girtin û wî di îfadeya xwe da gotibû ku beriya hilbijartina herêmî ya 30yê adara 2014an ji bo perwerdehiya çek çûbû Qendîlê û ji wir jî derbasî Kobanê bû û li dijî DEAŞê şer kir.
Enver Gungor di îfadeya xwe da gotibû ku di hezîrana 2015an da derbasî Tirkiyeyê bûbû û ji bo çalakiyên wê bên lidarxistin civîn kiribûn û îtiraf kiribû ku di hin çalakiyên li Diyarbekirê hatin kirin da cih girtibû.
- Piştgiriya ku DYA û welatên rojava didin PYDê dibe sedema bertekan
Bi van rastiyên ku li holê ne di serî da DYA û gelek welatên rojavayê bi piştgirî û daxuyaniyên xwe yên bo rêxistinê didomînin
Rêveberiya DYAyê di her fersendê da dibêje ku PYD rêxistina terorê nîne û tu têkîliya wê bi PKKê ra tuneye û herî dawîn jî Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTOM) wê piştgiriya ku dide rêxistinê nîşan da.
CENTCOM îdiaya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (HDS) ku beşa herî mezin ji PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê pêk tê, li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand û piştgirî da PYDyê.
Berdevk û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bertek nîşanî daxuyaniya CENTOM ya li ser hesabê Twitterê da û ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û wiha got, "Ev henekek e yan CENTOMê hişê xwe xwariye, gelo hûn difikirin ku kesek bi vê bawer be? DYA divê dev ji hewldana xwe ya meşrûkirina grûba terorîst berde."