Azat Muhammet
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
DUHOK
Rêveberê Giştî yê Asayişa Rojavayê Dicleyê Aştî Koçer, der barê bombeya bi karwanê Pêşmerge teqiya de got: "Ew bombeya bi hêza Pêşmerge de teqiya li sînorê di bin desthilata PKKê de ye. Ew ne bombeya çandî ya DEAŞê ye. Ew bombeya çandî ya PKKê ye û van nêzîkan li ser rêya serekî çandine."
Aştî Koçer, der barê bûyerê de daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku bombeya bi Pêşmerde de teqiya ji aliyê rêxistina terorî PKKê ve hatiye çandin.
Koçer, der barê bûyerê de wiha agahî da:
"Li sînorê Rebîe û Sinûnê di encama teqîna bombeyeke çandî ya çekdarên PKKê de pêşmerge birîndar bûn. Ew bombeya bi hêza Pêşmerge de teqiya li sînorê di bin desthilata PKKê de ye. Ew ne bombeya çandî ya DEAŞê ye. Ew bombeya çandî ya PKKê ye û van nêzîkan li ser rêya serekî çandine."
Koçer wiha dewam kir:
"Teqîn li ser rêya bikontrol bû. Wisa diyar e ku çekdarên PKKê dizanibûn dê pêşmerge kengê wezîfeyê biguherînin. Loma dema pêşmerge ji sînorê Şengalê, ji wezîfeya xwe vedigeriyan ew bombe bi hêza Pêşmerge ya ser bi Fermandeyiya Şengalê ye teqand.
Ev tektîkeke nû ye. Emê jî tevdîrên xwe hildin li hemberî bûyerên wisa."