Nihat Kavşut
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
TIFLÎS
Gurcistanê ragihand Ahmet Çatayevê tê gotin plankarê êrîşa terorê ya li Balafirgeha Ataturkê ye 21ê mijdarê li Tiflîsê di operasyonê da kuştî hat qefaltin.
Daîreya Ewlehiyê ya Gurcistanê ragihand li Tiflîsê di operasyona ku 21ê mijdarê hat kirin da 3 terorîst hatin kuştin û di nav wan da Ahmet Çatayevê çeçen jî heye.
Li Îdareya Ewlehiyê ya Gurcistanê ji bona lêpirsîna operasyona li Tiflîsê hat kirin daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Nîno Gîorgîbîaniyê Serokê Beşa Têkiliyên Gel ya Îdareya Ewlehiyê ya Gurcistanê destnîşan kir di nav kesên kuştî da Ahmet Çatayev jî heye.
Gîorgobîanî destnîşan kir di operasyonê da 2 terorîst bi destê polêsên Gurcistanê hatin kuştin û hatiye tesbîtkirin ku Çatayevê çeçen jî dema operasyonê da xwe kuştiye.
Nîno Gîorgobîanî diyar kir ji bo deşîfrekirina têkiliyan, lêpirsînê bi Amerîkayê ra dimeşînin.
DEAŞa rêxistina terorê 28ê hezîrana 2016an da êrîşa terorê biribû ser Balafirgeha Ataturk ya li Stenbolê û di êrîşê da 46 kes hatibûn kuştin û 163 kes jî birîndar bûbûn.