Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
CENEVRE
Hat hînbûn Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstura di belgeya 12 xalî ya wek makezagon ku di muzakereyên Cenevreyê ya 8emîn da li serê hevdîtin hatibûn kirin, hin verastkirin kir û bi wî halê dawîn jî da heyetên rejim û muxalefetê.
Mîstûra duh li ofîsa NYê ya Cenevreya bajarê Swîsreyê ye daxuyanî da û got ku wî belgeyeke nefermî ya ji 12 xalan pêk tê da heyetên muxalefet û rejima Sûriyeyê.
Nûnerê NYê ragihandi ku ev belge dibe rê li ber çêkirina makezagona Sûriyeyê ya nû vebike. Li gor çavkaniyên beşdarî civînê bûn li ser vê belgeya di hevdîtinên berê da pêşkêşî heyetan hatibû kirin da hin verastkirin kiriye û ew jî balê dikişînin.
Di halê ewil ê belgeyê da navê welêt wek "Sûriye" cih digirt lê di belgeya duha a halê verastkirî da wek "Komara Ereb a Sûriyeyê" cih digire.
Di belgeya berê da "ereb, kurd, tirkmen, siryanî, asûrî û yên din" wek unsûrên nijadî yên welêt cih digirin û tê gotin ku wê heq û hiqûqên van koman bi qanûnî wê bên dayîn.
Mîstûra di belgeya duh pêşkêşî heyetan kir da qala unsûrên nijadî nekir û ragihand ku ev mesele dibe paşê jî bê nîqaşkirin.
- Di şûna "ademî merkeziyetê" da "rêveberiyên herêmî"
Di belgeya nû ya ku Mîstûra amade kir da ji guherînên girîng yek ew e ku di şûna pergala "Ademî merkeziyetê" da behsa pergala "rêveberiyên herêmî" tê kirin.
Muxalifên Sûriyeyê digotin ku ew naxwazin ku Sûriye wek berê ji navendê bê birêvebirin û ji ber vê jî pergala Ademî merkezî di cih da didîtin û li dijî pergala federatîf in.
Lê di belgeya nû ya Mîstûra da behsa rêveberiyên herêmî ku dibe di pêşerojê da jê şaxên serbixwe ava bibin, tê kirin.
- Bersiva muxalifan
Ji hêla din va heyeta muxalefetê jî di tura borî da belgeyeke wek bersiv pêşkêşî Mîstûra kiribû.
Di belgeya nûçegihanên AAyê bi dest xistin da Sûriyeya dewleteke hiqûqî ya demokratîk û di bin hikmê tu mezheb û nijadî da nebe, ewlehiya sînor biparêze, serdest û serbixwe tê xwestin.
Muxalif di belgeya xwe da dixwazin ku ji bo pêşeroja welêt bila gelê Sûriyeyê bi hilbijartinê biryarê bide û ew jî pergala adema merkezî diparêzin.
Di belgeya muxalifan pêşkêşî Mîstûra kir da qala gelê kurd ên li Sûriyeyê dijîn jî hatiye kirin û tê gotin ku ew pirsgirêkeke neteweyî ya nav Sûriyeyê ye û tevger û polîtîkayên qirêj ên li hemberî kurdan hatine emilandin wê bên betalkirin û kurdên hê jî welatiyên Sûriyeyê nînin jî wê bibin xwedî welatîbûnê.