ÎSTANBUL
Platforma Rabîayê ya Navnetewî ji bo Sûriye û Xezayê alîkariya bi lez û tiştên tibî xwest. Platformê bang kir ku ambargo, dorpeçkirin û komkujî bên sekinandin û alîkariyeke bi lez bê kirin.
Di daxuyaniya platformê de wiha hat gotin:
"Ew dê zivistana sêyem derbas bikin lê ji bo vê rewşa zivistanê a giran bêtevdîr in. Heta niha 12 hezarên wan zarok bi tevahî 150 hezar mirov mirin. 2,5 milyon kes li derveyî Sûriyeyê ne, 5 milyon kes di nav welêt de bûne koçber û penaber in. Xwarin, xwekirin û xaniyê 12,9 milyon mirovî tune. Ji sedî 70 xebatkarên tenduristiyê welat terikandin û ji hêla tenduristiyê ve binesazî nema.
"Li Xezayê amborgo û dorpeçkirin 7 sal e bi hemû tundiya xwe ve dewam dike. Li Xezayê ceyran, ardû, xwarin, cil û berg tuneye û jiyan her diçe zehmet dibe. Ji ber ku Derîyê Sînor ê Refahê hat girtin, Rêveribiriya derbeyê ya li Misrê tûnel hilweşandin, Îsraîl amborgoyeke bi neheqî didomîne li Xazeyê jiyan pir zehmet e. Alîkarî nagihêjin herêmê. Ji ber vê zarok dimrin. Nexweş nikarin bên tedawîkirin.
Em bi navê Platforma Rabîayê ya Navnetewî ji bo Sûriye û Xezayê alîkariya bi lez û tiştên tibî dixwazin. Em bangî alema îslamê û mirovahiyê dikin ku bila seferber bin. Em bangî rêxistinên navnetewî, welêtên cîran dikin ku bila ambargo, dorpeçkirin û komkujî bên sekinandin û alîkariyeke bi lez bê kirin."