ÊRÎVAN
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu li Êrîvana paytexta Ermenistanê beşdarî 29emîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derveyê ku Rêxistina Hevkariya Aboriya Behra Reş (KEÎ) li dar xist bû û got: "Hevkariya herêmî, di van rojên ku em tê de ne ji bo çareseriya qeyrana aboriyê ya ku li çar aliyê dinyayê, pir girîng e."
Davutoglu bal kişand ser xebatên KEÎyê û diyar kir ku Ermenistan di dema serokatiya xwe ya KEÎyê de gelek xebatên bi kêr kiriye û ji ber vê jî Ermenistan pîroz kir.
KEÎ ji bo pêşveçûna têkiliyên di navbera welatên herêmê de hin xebatan dike. Davutoglu jî ev yekê bi bîr xist û wiha pê de çû: "21 sal e ku KEÎ hatiye damezrandin û li herêmeke pir stratejîk e. Her ku diçe civakên navneteweyî bala xwe didin ser vê herêmê. KEÎ bi xebatên xwe ji bo têkiliyên di navbera Asya û Ewropayê de wekî pireyekê ye."