HONG KONG
Li Hong Kongê ev 17 roj in li dijî hikûmetê xwepêşandan dewam dikin. Polêsên Hong Kongê barîqatên ku bi destê çalakvanan hatibûn çêkirin rakirin.
Bi sedan polês hatin şandin ku barîqatên li der û dora avahiyên hikûmetê hatine çêkirin, rakin.
Polêsan barîqatên çalakvanan ên ku bi çîmento, bambu û xelekên hesin ve hatibûn çêkirin, bi birek û mûcan ve jêkirin û ji hev derxistin. Parçeyên barîqatan bi vînçan ve li kamyonan kirin û birin derveyî bajêr.
Di daxuyaniya polêsan de hat diyarkirin ku ji bo pergal û ewlehiya qamûyê û vekirina rê, barîqat hatin rakirin.
Çalakvan ji bo ku hikûmeta Çînê destûr bide ku welatiyên ji Hong Kongê serokê xwe bi xwe hilbijêrîne ev sê hefte ne çalakiyan li dar dixin. Çînê di meha tebaxê de diyar kiribû ku welatiyên ji Hong Kongê ew ê di hilbijartina 2017an de serokê xwe hilbijêrînin, lê belê dibê namzed bi destê Pekînê bên qebûlkirin. Hong Kong ji 1842yan heta 1997an wek kolonî di destê Îngiltereyê de bû û ji bo fînansê wek navendeke girîng tê qebûlkirin.