Abdullah Tel
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
NEW YORK
Ji berhemên Leonardo da Vinciyê wênesazê navdar ê Ronesansê "Salvator Mundi" yê ku wekî "Mona Lisayê Mêr" tê zanîn wê derxin mezadê.
Mala Mezadê ya Christie'sê ragihand ku di mezadê da bihayê berhema portreya narîn a bi navê Salvador Mundi wê bi 100 milyon dolarî dest pê bike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wêne li pêşangehên Hong Kong, San Francisco, London û New Yorkê jî wê bên nîşandan û di nav meha sermawezê da jî firotinê dest pê bike.
Da Vinci li ser panela sal 1500 hatiye nivîsandin bi boyaxa bidon wêneyê Hezretî Îsa yê ku qeftanekî sor û şîn lê ye û di dest da jî kûreya krîstal heye neqiş kiriye.
Der heqê kesê ku ev berhem ji bo firotinê derxist meydanê da tu agahî nehat dayîn û bi tenê hat gotin ku ew koleksiyonerekî taybet ê ji Ewropayê ye.
Hunermend Da Vinciyê ji Îtalyayê di heyama Ronesansê da jiyiya û ji hunemendên herî mezin ê dinyayê tê hesibandin, "Mona Lîsa" û "Şîva Dawîn" berhemên wî yên herî navdar in.