Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
QUDIS
Hat ragihandin, polêsên Îsraîlê yên ku beşdariya biserdagirtina Mescida Eqsayê ya ji aliyê Cihûyên tundrev va kirin, êrîşî pasewanên Mescida Eqsayê kirin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Rêveberiya Weqfên Îslamî yên Qudsê Fîras Dibs di daxuyaniya xwe ya ku da peymanêrê AAyê da destnîşan kir ku pasewanên Mescida Eqsayê xwestin midaxaleyî Cihûyên tundrev ên ku ji bo provokasyonê ketin hewşa Mescida Eqsayê, bikin lêbelê di wê kêliyê da rastî êrîşa polêsên Îsraîlê hatin.
Dibs bal kişand ku polêsê Îsraîlê şûna ku rê li ber Cihûyên tundrev bigire, êrîşî peywirdar û pasewanên weqfê yên li hewşa Mescida Eqsayê kirin. Dibs der heqê bûyerê da evqas agahî parve kirin.
Bi sedan Cihûyên tundrev îro serê sibê di bin baskê polêsê Îsraîlê da ketibûn hewşa Mescida Eqsayê.
Koma radîkal û tundrev a ku li Îsraîlê wekî "Rêxistinên Peykeran" tê naskirin, sêşema çûyî bangî Cihûyan kiribû ku "bi awayekî giştî" bi ser Mescida Eqsayê da bigirin.
Rûniştvanên tundrev ên Cihû di bin baskê polêsê Îsraîlê da pirî caran bi ser hewşa Mescida Eqsayê da digirin.